Sînor Dikujin!


Encamên emperyalîzm û neokolonyalîzmê li seranserê cîhanê zêdetirî 110 milyon însanan neçar dike ku ji welatên xwe birevin û bibin penaber. Êşa ku ew penaber dikişînin bêyî ku bê înkar kirin, bi serwet û karên dewletên emperyalîst ve girêdayî ye.
Penaberên ku hewl didin birevin Ewropayê tên krîmînîlaze kirin, di seranserî rêya revê de ji aliyê polîsên sînor û leşkerên Frontex ve rastî şîdeteke tund û xeteriyên kujende tên.
Partî û saziyên medyaya rastgir, muhafazakar û qaşo yên çepgir bi propagandaya nîjadperestî li hemberî penaber û koçberan atmosferekî neyînî çêdikin. Armanca emperyalîstan ew e ku bi rêya bêqîmet kirina penaberan, zêdetir îstîsmar kirina wan û dûrxistina bala li ser krîza kapîtalîzmê ye.
Li dijî emperyalîzm, nîjadperestî û faşîzmê – li dijî rejîma sînorên Ewropayê,
Li şûna ku em destûrê bidin parçebûnê, em bi hev re têkoşînê bilind bikin!
Ji bo vê meşa rengîn û cihêreng bi hêrs û wêrekiya xwe,
Werin em beşdariyeke xurt nîşan bidin, em beşdar bibin û derdorên xwe beşdar bikin!
Piştî meşê wê li salona ASKÖ’yê mîhrîcana pirçandî bê lidarxistin.
Meş: 03.02.2024
Saet: 14.00
Cih: Landhausplatz
Fest: Salona ASKÖ
Saet: 16.