kurmandschi

Sînor Dikujin!

Encamên emperyalîzm û neokolonyalîzmê li seranserê cîhanê zêdetirî 110 milyon însanan neçar dike ku ji welatên xwe birevin û bibin  penaber.  Êşa ku ew penaber dikişînin bêyî ku  bê înkar kirin, bi serwet û karên dewletên emperyalîst ve girêdayî ye.

Penaberên ku hewl didin birevin Ewropayê tên krîmînîlaze kirin, di seranserî rêya revê de ji aliyê polîsên sînor û leşkerên Frontex ve rastî şîdeteke tund û xeteriyên kujende tên.

Partî û saziyên medyaya rastgir, muhafazakar û qaşo yên çepgir bi propagandaya nîjadperestî li hemberî penaber û koçberan atmosferekî neyînî çêdikin. Armanca emperyalîstan ew e ku bi rêya bêqîmet kirina penaberan, zêdetir îstîsmar kirina wan û dûrxistina bala li ser krîza kapîtalîzmê ye.

Li dijî emperyalîzm, nîjadperestî û faşîzmê – li dijî rejîma sînorên Ewropayê,

Li şûna ku em destûrê bidin parçebûnê, em bi hev re têkoşînê bilind bikin!

Ji bo vê meşa rengîn û cihêreng bi hêrs û wêrekiya xwe,

Werin em beşdariyeke xurt nîşan bidin, em beşdar bibin û derdorên xwe beşdar bikin!

Piştî meşê wê li salona ASKÖ’yê mîhrîcana pirçandî bê lidarxistin.

Meş: 03.02.2024

Saet: 14.00

Cih: Landhausplatz

Fest: Salona ASKÖ

Saet: 16.